Rojava News :Duh roja înê Artêşa Libnanê gule beda nava kampa Ersal ya penaberên Sûrî û di encam de jinek li gel zarokekê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar ketin.
Li gorî çalakvanên Sûrî ku duh li taxa Sebîl li Ersalê dewriyeke artêşa Libanaê rastî bombeyekê hat û di encama teqandina wê bombeyê 5 leşker birîndar bûn û ji ber vê yekê artêşa Libananê wekû bersivekê li ser wê bûyerê êrîşî kampa Ersal ya penaberên Sûrî kir û gul berdan di nava kampê de.
Li gorî heman çalakvanan ku di encama wê gulebaranê de jinek li gel zarokekê jiyana xwe ji dest dan û çend penaberên din jî birîndar ketin.
Nalîn Hesen