Print this page

Li Libnanê keçek Sûrî temen biçûk hate revandin

Rojava News: Duh roja Şemiyê keçek Sûrî temen biçûk ji nava kampekê li Libanaê hate revandin.

Li gorî çalakvanan ku Fatma Elhemd ku keçeke sûrî ye û temenê wê 14 salî ye ji nava kampekê li Zihla Libnanî hate revandin.

Heman çalakvana diyar kirin ku zilamek bi navê Elî bavê Swêd êrîşî kampê kir û Fatma bi gefa çekan revand.

Tê zanîn ev ne care yekem ku keçên Sûrî ji nava kampan têne revandin , beriya çend heftiyan jî keçeke Sûrî bi navê Ebîr Elcaor ji aliyê zilamekî bi navê Mehdî Nizha hate revandin lê piştî çend rojan ji revandina wê hêzên ewlehiya Libnanê ew dît û serbest hate beran.

Nalîn Hesen