Rojava News:Îro balafirên rêjîma Esed çend dever li Xûta rojhilat û rojava li Şama paytext topbaran kirin û di encam de bi dehan welatî birîndar ketin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku îro balafirên rêjîma Esed bajarê Dûma li Xûta rojhilat li Şama paytext topbaran kirin û di encam de bi dehan welatî birîndar ketin û ziyaneke madî mezin gihiştiya malên welatiyên sivîl lê ti agahî derbarî hejmara kuştiyan nehatiye bidestxistin.
Herweha balafirên rêjîma Esed bi bermîlên teqîner bajarê Dareya li Xûta rojava bombebaran kir û di encam de kuştî û birîndar hene.
Nalîn Hesen