Rojava News: Balafirên şer ên Fransayê paytexê DAIŞê bajarê Reqayê bombebaran dikin.
Li gor rûdaw, balafirên şer ên DAIŞê duh derngê şevê dest bi bombebarana bajarê Reqayê kirine.
Wezareta Parastinê ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, 10 balafirên şer ên wî welatî êrişî Reqayê kirin û 20 bombe berdane ser bajar.
Şeva înê ya borî 12ê Mijdarê li 7 cihên paytexta Fransayê bajarê Parîsê êriş û teqînên terorîstî çê bibûn.
DAIŞê berpirsatiya wan êriş û teqaînan girtibû stuyê xwe. Di encama teqînan û êrişan de 132 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesên din jî birîndar bûn.