Print this page

DAIŞê hewl dide ku Marea kontirol bike

Rojava News: Duh, rêxistina terorîstî DAIŞê hewl da ku destê xwe deyne ser bajarê Marea, lê ew pilana wan hate têkşkandin.

Li gorî agahiyan ku duh DAIŞê hewla da ku  ji aliyê bajarokê Om Hoş û Herbelê êrîşî bajarokê Marea li gudewarên Helebê bike, lê Elcebha Elşamiyê bi topan cihên DAIŞê li Om Hoş û Herbel bombebaran kirin û  di encam de DAIŞê ber bi paş vekiriyan û gelek kuştî û birîndar di nava wan ketin.

Li gorî heman agahiyan ku balafirên hevpeymaniya navdewletî navendên DAIŞê li Herbelê, Xirnata û Kefra bombebaran kirin.

Nalîn Hesen