Rojava News: Balafirên hevpeymaniya navdewletî bi serkirdayetiya Amirîkaiyê navendên petrolê yên di bin destê DAIŞê bi tundî bombebaran dikin.
Di meha derbasbûyê de 175 bingehên petrolê hatin bombebaran kirin û Washintonê jî dixwaze van êrîşan zêde bike ta ku jêderên DAIŞê yên aborî bibirîne ji ber ku tê pêşbînîkirin her roj DAIŞ yek milyon Dolar sûdê ji firotina petrolê dibîne.
Pentagon dibêje ku piraniya van êrîşan li Bokemal û Dêrezorê bûn û ta niha zêdetirî ji 116 barhilgirên petrolê ya DAIŞê hatine wêrankirin.
Nalîn Hesen