Rojava News: Balafirvanê balafira ku Tirkiyeyê li sînorê Sûriyeyê xiste xwarê Konstantin Murahtin axivî û got, me qada esmanî ya Tirkiyeyê derbas nekir.
Li gorî Ajansa Sputnik a Rûsî balafirvanê bi navê Konstantin Murahtin gotiye: “ me qada asmanî ya Tirkiyeyê derbas nekir. Ez wê herêmê baş zanim û me yek xulekî jî sînor derbas nekir, Tirkiyeyê ne bi deng û ne jî bi dîtbarî tu hişyarî nedaye.
Murahtin di axaftina xwe de destnîşan kir ku, “Balafira SU-24 jî wekî F-16ê ye heke bixwesta em hişyar bikin dikaribûn dakevin asta me û xwe şanî me bidana, lê tiştekî wiha nekirin û ji nîşka ve moşekek li duvikê balafirê ket. Ji bo ku me moşek nedît derfeta me ya revê jî nema.”