RojavaNews: Firanso holand li waşintonê û bi amedebûna serokê Emrîka Barak Obama ragehand ku eger veguhestineke siyasî li Sûiryê çêbibe divê Esed ne beşdarbe û divê ji destihlatê dûr bikeve .
Herweha holand di kongrekî rojnemevanî de ku li gel Obama li koşka sipî roja sêşembê lidaxistbûn got ku ez dema çûna Esed ranaghînim lê divê ew yek di nêzîktirîn dem de çêbibe .
Li alyekî din serokê Ferensayê tekezkir ku welatê wî tu hêzên ser zemîn li Sûriyê belav nake ji bo şerê DAIŞê daxwaza gûrkirina êrîşên asmanî û hemahengiyê dijî rejîmê kir .
Berî demkê jî holand tekezkirbû di ragehandinê de ku divê Esed ji deshlatê dûrbikeve û pêkanîna aştiyê li Sûriyê di dûrketina Esed ji deshlatê derbas dibe .
Afiya Hacî