Rojava News: Ji ber binavbûna keştiyê du zarokên Sûriyeyî jiyana xwe ji dest dan û du jî winda bûn. Ceylana 4 salî jî li tenişta perava bi saxî hate dîtin.
Li gorî agahiyan, keştiyeke ku 20 penaberên Sûriyeyê radikir binav bû. Cenazeyên du zarokan hatin dîtin, du kes jî winda bûne û 16 jî hatin rizgarkirin.
Herweha piştî binavbûna keştiyê ji aliyê hêzên ewlehiya Peravan ya Tirkî ve keçika bi nave Ceylan ya 4 salî bi sax’I hate dîtin û yekser rakirin nexweşxaneya Bodrumê.
Koçberan dixwestin ji berava taxa Bitez a Badrûm a Tirkiyeyê xwe bigihînin Yonanê.
Derbarê bûyerê de hê tu daxuyanî nehatine dayîn.
11:15:52