Rojava News: Dijbereya Sûriyê ragihandin, ku balafirên şer ên Rûsya bi dijwarî bajarê Erîha li bakurê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin û tekez kirin, di encama bombebaranan de 40 kes hatin kuştin.
Çavkaniyên girêdayî dijbereya Sûriyê belav kirinku, di balafirêna dohî ên frokeyên Rûsya bi ser bajarê Erîha ya girêdayî parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê de bazareke qerebalix di nav bajêr de hate ermanckirin.
Di encama bombebaranê de 40 kes hatin kuştin û 70 kes jî birîndar bûn. Tê gotin, ku kuştî û birîndar xelkê sivîl in û jin û zarok jî di nava wan de ne.
Li gor agahiyan, ji ber bombebarana balafirên Rûsyayê gellek avahî ruxiyane û tê pêşbînîkirin ku hejmarek kes di bin kawilên avahiyan de mabin.
Proseya lêgerîn li dûv kesên di bin kawilan de hêj berdewam e û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
10:23:22