RojavaNews: Hevpeymaniya Niştîmaniya opozîsyona Sûriyayê duh raghand kû wê vexwendneke fermî ji Erbistana s'ûdî jibo amadebûna kongirê riyad wergirtye.
Ahmed remedan endamê hevpeymaniyê ji alşerq alawset re ragihand kû Erebistana S'ûdî 65 kes ji opozîsyona Sûriya yê vexwendî kirye,ji wê hijmarê 20 kes ji hevpeymanyê , 7 ji desteya hemahingyê û di navbera 10 ta 15 fermandarên leşkerî , û di navbera 20 ta 25 ji kesyên serbixwe û kesayetên olî.
Herweha vexwendin jibo 12 ketîbeyên leşkerî kû zêdetrî sed hezar leşkerî li xwe dikre hatye şandin.
Ev vexundin di demekî de tê kû hîn bi fermî dema kongir nehatye destinîşankrin.
Zozan Yusif