Rojava News: Ji bo ku Brîtanya li Sûriyeyê tevî koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAİŞê bibe, wê îro li parlementoya wan ji bo destûra tezkereya tevlêbûnê deng bê dayîn.
Beriya dengdayînê mijar wê 11 saetan li Kamraya Avamê da were nîqaşkirin.
Li gor nêrîna hikûmeta Brîtanî, ne hesane ku DAİŞ tenê bi operasyonên esmanî were qelandin, lê tenê bi wî awayî rêxistina terorê wê qels bibe.
Serokwezîr Davîd Cameron dibêje ku DAİŞ ji bo Brîtanya rasterast tehdîd e û divê erka welatê wî di nav koalîsyona navneteweyî da zêdetir bibe.
Tê gotin ku piraniya hikûmetê dixwaze ku Brîtanyayê tevî operasyonên esmanî yên li Sûriyeyê bibe.
13:35:33