Rojava News: Duh Birîtaniya yekem operasiyon li dijî rêxistina Terorîstî DAIŞê li Sûriyê birêve bir.
Berdevekek ji wezarta bergirya Birîtaniya ragihand ku duh, piştî çend demjimêran ji pesendkirina Perlemana welatî wî li ser pêkanîna operasiyonan Li Sûriyê, yekem operasiyon hate encamdan .
Navborî tu agahiyên zêdetir li ser wan êrîşan neda xuyakirin, lê tênê curê wan balafiran û hejmara wan diyarkir ew jî ji curê Tornîdo bû û hejmara wan 4 balafir bûn .
Tê zanîn ku ev derdora salekê ye ku Birîtaniya li DAIŞê dida li Îraqê, lê duh yekem car bû ku Birîtaniya li Sûriyê li DAIŞê da.
Nalîn Hesen
10:44:35