Rojava News: Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn dîsa gefên tûj li Tirkiyê xwar û got, Tirkiye dê ji xistina balafira Rûsya poşman bibe.
Hêrsa Rûsya li hember xistina balafira wî welatî ji aliyê Tirkiyê her ku diçe zêde dibe.
Serokê Rûsya Vlademîr Pûtîn, îro li Koşka Kremlînê ji endamên Meclisa Federal a Rûsyayê re gotarek pêşkêş kir û got, em ti carî xistina balafira xwe ji aliyê Tirkiyê ve jibîr nakin.
Vlademîr Pûtîn her wiha diyar kir ku dê wisa bikin ku Tirkiye ji xistina balafira Rûsyayê poşman bibe û got, ez nizanim Tirkiyê çima balafira me xist. Xwedê aqil, wîjdan û dadmendî ji wan stand û ew ceza kirin. Rûsya çavên xwe ji piştgiriya Tirkiyê bo terorîstan re nagire.
Pûtîn gefa wê yekê jî xwar ku ew tenê di warê aborî de tola xwe li Tirkiyê venakin û got, Tirkiye tenê dê ji dorpêçên aborî û qedexeya li ser bacankên sor (domates) û girtina şîrketên çêkirina xanî û avahiyan êşê nekişîne, dê ji piştevanîkirina terorîstan poşman bibe. Em dizanin kî bi petrola diziyê berîkên xwe tijî dike, em dizanin kî ji rêxistinên terorîst re endaman kom dike. Helbet em gelên Tirkiyê û hikûmeta Tirk nakin yek çimkî gelên Tirkiyê baş in û dostên pir baş ên Rûsya li Tirkiyê hene.
Derdora hezar nûner û endamên Dûma û Konseya Federasyona Rûsyayê di civînê de amade bûn. Gotara Pûtîn ji aliyê zêdetirî 500 rojnamevanên biyanî û Rûs ve hat şopandin