Rojava News: Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Iraq û Sûriyê 32 êrişên asmanî li dijî DAIŞê pêk anîne.
Hevpeymaniya navdewletî di daxuyaniyekêde ragihand ku, balafiran 18 caran li Iraqê dane û 14 caran li Sûriyê dane.
Ew êrîşên asmanî yên li Sûriyê li derdora Dêrazorê û Bokemalê bûn û di encam de gelek pêgehên DAIŞê hatin wêrankirin.
Nalîn Hesen