Rojava News: Di encama bombebarana balafirên şer yê ku ji dohî ve didomê li ser bajarê Reqa yê, 32 endamê rêxistina terorîstî DAIŞê hatin kuştin û 50 jî birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ya ku navenda xwe li londonê derbarê bombarana asmanî li Reqayê ragihand ku : “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî êrişî DAIŞê li Reqayê kirin “
Di bombarana asmanî de bakur, Başûr û rojhilatê bajarê Reqayê hatiye ermanckirin, herweha li gorî rawangehê navendeke ku çekdarên DAİŞê lê bi cîh bûne jî bu ermanc gelek kuşti çêbû.
10:45:59
Birebebirê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan Rami Abdurrahman got “ ji dohî ve 15 caran frokê şer li Reqayê dane.
Li gorî hemen daxuyaniyê di encama bombebarana bi ser Reqayê de 32 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û ji 40 kesî bêtir jî birîndar bûne.”