Rojava News: Frokên şer ku tê texmînkirin yên bi ser koalisyona navnetewî ne, baregeheke Hêzên Rejîma Suriyê li Dêra zorê bombebaran kirin. Di encamê de 3 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ku navenda xwe li Londonê ye diyar kir ku, Frokên ku tê texmînkirin ên bi ser koaalisyona navnetewî ne, cihekî leşkergeha El-Saika ya li bajarokê Eyyaş ê li gundewarê rojava yê Dêra Zorê bombebaran kirin.
Di encamê de 3 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.