Print this page

Îran: Kongreya Riiyazê ji b o çareseriya Sûriyeyê encam nadê!

Rojava News: Îranê helwesta xwe li hemberî kongreya Dijbereya Sûriyê li Erebistana Siûdiyê eşkere kir û li dijî lidarxistina wê konfransê derket.

Li gor ajansa nîvfermî ya Fras a Îranê, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdul Îlahiyan, di derbarê konferansa Riyazê ya Dijbereya Sûriyê de gotiye, ku ew konferans dê hemû hewldanên navdewletî yên ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê vala derxîne.

Ebdul Îlahiyan got, hevdîtinên navdewletî tekane çareserî ye ji bo kirîza Sûriyê û kongreya Riyazê jî dê ziyaneke mezin bigihîne konferansa Vîyanna ku hemû aliyan li ser encamên wê lihev kiribûn.

Serokê Sûriyê Beşar Esed duh di hevpeyvîneke xwe de ligel rojnamegeyeke îngilîzî dijatiya xwe li hemberî lidarxistina konferansa Riyazê anîbû ziman û  gotibû, ew kongreya tiştekî nû bi xwe re nahîne.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî, ku ji bo konferansa Riyazê nehatiye vexwandin, dijatiya xwe ligel birêveçûna wê kongreyê nîşan dabû û gotibû, dê ew kongre ti guhertinan li ser erdê çêneke û herwiha dê nekeve xizmeta berjewendiyên gelên Sûriyê de jî.