Rojava News: Keştiya Rûsî ya saroxên Caliber PL barkirî gihiştiye nêzî peravên Sûriyeyê.
Ji hevalbendê Suriyê yê herî li pêş Rusyayê çend keştiyê şer û bi çek barkirî rêkirin peravên Sûriyeyê.
Li gorî çavkaniyên Interfax’ê, Gemiya Rostov-on-Don a girêdayî hêzên Rûsyayê yên li Deryaya Reş ku xwedî sîstema fûza ya Caliber PL e, gihiştiye aliyê rojhilatê yê Deryaya Spî û nêzî berava Sûriyeyê bûye.
Tê zanîn welatê Rusyayê û Çînê di civîna Konseya ewlekariya navnetewî de pêşnumeya ambargoyê ya ji aliyê welatên Rojava ve hatibû pêşniyarkirin weto kirin.
12:46:14