Rojava News: Duh roja Çarşemê kongirê Riyazê yê aliyên dijbereya Sûriyê dest pê kir û ta roja Îro berdewam dike.
Di roja yekem ji civîn de hemû alî li ser neguhertênên niştimanî yên desthilata Sûriyê lihev kirin.
Her weha hemû alîyên beşdar di wî kongirî de pêwîstiya hebûna hevbendiyeke lêveger ji bo ku şandekê helbijêra bo danûstendinên Vîynayê.
Tê zanîn ku Kongirê Riyazê duh sibehê destpê kir bi mebesta gotûbêjkirina belgenameyeke hevbeş der barê paşeroja Sûriyê.
Nalîn Hesen