12:46:55 PM
Rojava News: Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan ragihand ku Hikûmeta Urdinê rê nade, 12 hezar penaberên sûrî derbasî hundirê Urdinê bibin.
Komisyona Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) eşkere kir, ku 12 hezar penaberên sûrî li ser sînorê di navbera Urdin û Sûriyê de asê mane.
Duh Sêşemî, Berdevka Komisyonê Melissa Fleming, ev yek, di kongreyeke rojnamevanî de, li bajarê Jenêvê aşkere kir
Melissa Fleming got: "Em gelekî xemgînin ku 12 hezar penaberên sûrî, li ser sînorê Urdin û Sûriyê asê mane."
Fleming amaje bi wê yekê jî kir, ku Urdin zêdetirî 650 hezar penaberên sûrî hewandiye û bi vê sedemê barekî giran hilgirtiye. Fleming herwiha tekez kir ku metrisî li ser jiyana wan 12 hezar penaberan heye.
Berdevka Komisyona Bilinda NY bo Karêbarên Penaberan ji Hikûmeta Urdinê xwest ku sînorê xwe li ber van 12 hezar penaberan veke.
Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Karûbarên Siyasî û Parlementoyê yê Udrinê Xalid Kelalde red kir, ku welatê wî sînorê xwe li ber penaxwazan girtibe.