Print this page

Li Helebê êrîşa balafirên Rûsî: 41 mirî

Rojava News: Di êrîşên ku balafirên şer ên Rûsyayê li Helebê li dar xistin de 41 kes mirin û 65 kes jî birîndar bûn.

Li Sûriyeyê balafirên şer ên artêşa Rûsyayê li Helebê êrîş birin ser deverên di bin kontrola dijbereyê û DAİŞê rêxistina terorê de û hat ragihandin ku 41 kes mirin û 65 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku li ser ajansan belavbûne: Balafirên şer ên artêşa Rûsyayê û balafirên rejimê  bi bombeyên  warîlê êrîşî ser navçeya Mûncîbê kirin û di encama êrîşan  de 15 jê zarok 30 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşa ku li Etarîba navçeya Helebê hat lidarxistin de jî 11 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

13:11:30