Rojava News: Neteweyên Yekgirtî ragihand ku rewşa Sûriyê ji ber şer gellekî xirabe û nayê qebûlkirin.
Cîgirê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên mirovî Stevan Obrayin di konferanseke rojnamevanî de li Şamê got ku sala 2016an, pêwîstiya Neteweyên Yekgirtî bi bêtirî 3 milyar dolaran heye daku bikaribe alîkariya xelkê Sûriyê bike.
Steven Obrayin diyar kir Neteweyên Yekgirtî û hevkarên wê, plana alîkariya mirovî ji bo sala 2016an amade kiriye û wiha domand:
“Pêwîstiya me bi 3 milyar û 200 milyon dolaran heye ji bo alîkariya 13 milyon û 500 hezar welatiyên Sûriyê. Nêzîkî 6 milyon û 500 hezar kes derdeder bûne, 72 ji sedî ji xelkê Sûriyê nikarin ava vexwarinê bidest bixin. 2 milyon zarok jî bêxwendin man, rewşa qet nayê qebûlkirin, ev yek xaleke reş e li ser prensîpên me.”
Obrayin da zanîn di dema serdana xwe de bo Humsê, ew çûye derdora taxa Weir, ku li wê derê herdu aliyên şer li ser rêkeftinekê lihev kirine û got: “Ev lihevkirin, rê dide Neteweyên Yekgirtî û hevkarên wê bi taybet Xaça Sor a Navdewletî, ku alîkariya wan kesan bikin ku ji çileya 2015an de alîkarî negihiştine wan.
Tevî zehmetiyên li ser erdê jî, alîkariyên mirovî mehane digîhin bi milyonan ji xelkê Sûriyê, lê bi rastî pêwîstiya me bi pereyên bêtir heye daku em bikaribin karê xwe berdewam bikin