Rojava News: Rejîma Sûriyê navenda Merc El-Sûltan ya esmanî û gundên derdorê rojhilatê Şamê kontirolkir.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand, ku ji sala 2012 an ve, dijbereya Sûriyê navenda esmanî ya Merc El-Sûltan rizgar kiribû, lê belê duhî Artêşa rejîma Sûriyê careke ew navend xistin bin kontirola xwe.
Rewangehê da zanîn ku rejîma Sûriyê û çekdarên Hizbûlah berî Mehekê bi armanca kontirolkirina wê navçeyê amadekariyê xwe dikirin.
Li gor rewangehê kontirolkirina wê navendê ji aliyê rejîma Sûriyê serkeftinek bû, ji ber ku navenda Merc El-Sûltan, weke navçeyeke giring ya dijbereya Sûriyê dihat naskirin.
12:16:41