Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkyê John Kerry dê civîneke Konseya Ewlekariyê ya NY’ê ya derbarê Sûriyeyê de birêve bibe.
Berdevkê Wezareta Karê Derve John Kerby ji rojnamevanan re diyar kir ku Konseya Ewlekariya ya NY’ê ji bo Sûriyeyê sibeynê yanî 18ê Kanûnê dicive û got: “Armanc ji vê civînê ew e ku dawî li aloziya Sûriyeyê bê anîn, herweha danûstandinên fermî bi nûnerên hikûmet û opozîsyonê re çêbibin.”
Kerby bal kişand ku li New York’ê jî civîneke navnetewî ji bo piştgiriya hewldanên çareserkirina aloziya li welat, tê lidarixstin.