Rojava News: Encumena Asayişê ya Netewên Yekbûyî (NY) bi derxistina fermannameyekê bang li aliyên şerê Sûriyê kir şer bidin sekinandin û hikûmetek demkî ava bikin.
Endamên dayimî û demkî yên Encumena Asayişa NY li ser rewşa Sûriyê fermannameyek pesend kirin.
Li gorî wê fermannameyê, divê aliyên şerê Sûriyê destpêka sala 2016ê dest bi gotûbêjên aştî û agirbestê bikin û di heyama 6 mehan de hikûmetek demkî ava bikin, her wiha di heyama sal û nîvê de hilbijartinên giştî li Sûriyê pêk bînin.
Piştî civîna Encumena Asayişa NY, wezîrên Derve yên Amerîka û Rûsya û nûnerê NY yê Sûriyê Stêfan De Mîstura civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka fermannameyê agahî dan.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry diyar kir ku fermannameya han pir girîng e ji ber ku yekemîn car e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê de tiştekî wiha tê kirin.