Rojava News: Duh bi şev, îsraîl li taxekê li Şamê da û li gorî agahiyan ku serkirdeyeke mezin yê Hizbullaha Libnanî di wê bûyerê de hate kuştin
Medyaya rêjîma Esed û Hizbullaha Libnanî eşkere kirin ku Serkirdeyê Hizbullaha Libnanî û dîlê berê di zindanên Îsraîlê de Semîr Qintar li taxa Ceremana ya Şamê hat kuştin û Îsraîl ew kuştiye.
Lê li gorî medyaya erebî çend rokêt li taxa Ceremana li Şamê ketin û di encamê de gelek mal û xanî hatin rûxandin û gelek kes hatin kuştin, Lê çavkaniya wan rokêtan bi piştrastî eşkere nekirin.
Ji aliyê xwe ve jî birayê Semîr Qintar, Besam Qintar li ser malpera xwe ya Facebookê serxweşî li malbata xwe kir, lê behsa hûrgiliyên kuştina wî nekir.
10:33:34