Print this page

Kanadayê hejmara penaberên Sûriyeyê ku webigrê derxiste 50 hezar kesî

Rojava News: Kanadayê hejmara penaberên Sûriyeyê ku dê werbigrê derxiste  50 hezar kesî. Berê daxuyandibûn ku wê 25 hezar kesî  hildin.

Wezîrê Welatîbûn û Koçberan yê Kanadayê John McCallum li Ammana paytexta Urdunê kampa penaberan ziyaret kir û li vê derê daxuyanî da û got ku ew ê heta dawiya 2016an 50 hezar penaberî qebûl bikin.

Wezaretê jî daxuyanî da û got ku heta niha qeyda 2 hezar û 251 penaberan hatiye çêkirin, ji van hezar û 409 kes gihîştin Kanadayê.