Print this page

Biryara li ser 'derbasbûna pêvajoya siyasî' ya li Sûriyeyê hat dayîn

Rojava News: Ji bo destpêkirina derbasbûna pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê, biryarên di civînên Cenevre û Viyanayê de hatin wergirtin, ji aliyê 15 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatin erê kirin.

Ji bo destpêkirina pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê, biryarên di civîna 18'ê Kanûnê ya Koma Destekê ya ji bo Sûriyeyê ya Navneteweyî de hatin wergirtin, ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatin erêkirin.

15 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, li ser mijarên; ji destpêka meha Çileyê û pê ve li gelemperiya Sûriyeyê agirbest bê îlankirin û li ser bingeha di civînên Cenevre û Viyana de hat destnîşankirin pêvajoya derbasbûnê ya siyasî bê destpêkirin, biryar dan.

Li gorî biryarê, Neteweyên Yekbûyî wê di destpêka meha Çileyê de dijbereyên bi rejîma Esad re muzakereyê bimeşîne, vexwendîne. Di heman demê de wê Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkhatina agirbesta li welêt, ji bilî DAIŞ û El Nûsra bi rejîmê û mûxalîfên çekdar re hevdîtinê bike.

Li gorî planê, ji meha Çileyê û pê ve wê di dawiya 6 mehên derbasbûnê de, di Hezîrana 2016'an de bi pejirandina rejîm û mûxalefetê re hikûmeteke derbasbûnê ya xwedî temamiya erkan, bê avakirin. Piştî vê gavê wê hikûmeta nû reforma Destûra Bingehîn amade bike. Piştî 12 mehan jî di Hezîrana 2017'an de wê li welêt hilbijartinên giştî bên lidarxistin.

Di nava vê biryarê de, li ser rola Esad a di pêvajoya derbasbûnê ya siyasî de tiştek nehat diyarkirin. Tê gotin ku ev biryar bi qasî 2 salan demê dide Esad.