Print this page

Li herêmên agirbestê di navbera rejimê û El Nusrayê de şer û pevçûn derket!

Rojava News: Li devêrê ku di navbera hêzên rejimê û El Nusrayê de wek  “Herêmên agirbestê ” hati bûn bi nav kirin  şer û pevçûn  derket.

Ew bu demekê li herêmên Zebedanî, Kefriya û Fewa hevpeyamana agirbestê di navbera rejimê û gruba çekdar El Nusrayê  de hatiye îmzekirin, lê carekedin  de ev êrîşê hanê pêk hatin.

Li gorî agahiyên Navenda Sûriyeyê ya Çavdêriya Mafên Mirovan, şevê din komên terorîstî  yên li derdora bajaroka Fewa yê Îdlibê ku şêniyên wê şîa ne, bi cih bûne topbaran kirin, gelek ziyan gihandin mal û avahiyên deverê.

Ji aliyê din jî  li bajarokên Fewa û Keferiyayê doh di demjimêrên sibehî de de di navbera terorîstên  El-Nusra û ew gruba alîgirê rejimê  ya bi nave    Hêzên Parastina Niştimanî  de şer û pevçûn derketin.

 

11:49:34

Şanaz Emin