Print this page

rawêjkara Esed: me piştgiriya leşkerî daye kurdên Sûriyê

6:45:30 PM

RojavaNews: Rawêjkara serokê rejîma Sûriyê ragihand ku wan piştgiriya leşkerî dane çekdarên PYDê û got ku parçekirina Sûriyê hêleke sore.

Di hevdîtnekê de li gel kenala almeyadîn ya biser rejîma Sûriyê ve, rawêjkara serokê rejîma Sûriyê Buseyne Şehban got ku rêveberên PYDê beşek ji Sûriyê ne, û rejîma Sûriyê piştgiriya leîşkerî daye wan hêzên PYDê  ta ku li dijî terorê şerbikin.

Şehban herweha got em ji rêveberên PYDê natirsin jiber ku ew beşek ji Sûriyê ne, û kurd linavçeyên xwe tenê 30% ne, û parçekirina Sûriyê hêleke sore.

Afiya Hacî