Print this page

Karkerê Sûriyeyî ji ser ban ket jiyana xwe ji dest da!

Rojava News: Li Tirkiye li navçeya bi ser Kocaeliyê karkerê xelkê Sûriyeyî dema li ser banê kargehekê kar dikir kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Buyer li devera pişesaziya Dîlovasî ya bi ser bajarê Koaeliyê  rû da; Penaberê bi navê Ahmed Hecineyif ji ser banê kargeheke pişesazî  ku ji bo temîrê çû bu serê ji 11 metra de kete xwarê û bi giranî birîndar bû.

Dema rakirin nexweşxaneyê  di rê de jiyana xwe ji dest da.

Polîsê navçeyê li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

 

12:24:27

Şanaz Emin