Print this page

Hevpeymaniya Nêvdewletî 32 êrîşên asimanî avête ser DAÎŞê

Rojava News: Hevpeymaniya Nêvdewletî  ragihand ku pêr 24 êrîşên asimanî li dijî pêgehên DAÎŞê li Îraqê bikar anîn û 8 li Sûriyeyê jî bikaranîn.

Hevpeymaniyê eşkere kir ku li Reqayê ,Hesekê , Holê û Minbicê bigiştî 8 lêdan li dijî DAÎŞê  bikaraîn.    

Herwiha Hevpeymaniyê got : Me 8 lêdan li  nêzîkî Mûsilê pêk anîn û di encam de gelek pêgehên DAÎŞê jinav çûn, û bi kêmanî terorîstekî DAÎŞê hate kuştin , herweha 4 lêdan li nêzîkî Remadî ku leşkerên Îraqê li wê nêzîkê li dijî DAÎŞê  şer dikin.

Her di vê çarçoveyê de artêşa Îraqî jî di daxuyaniyekê de  gotibû  :" Hevpeymaniya Nêvdewletî 4 êrîşli nêzîkî Remadî avêtin ser terorîstên DAÎŞê". 

Nalîn Hesen

12:24:49