Print this page

Fermandarê koma ‘Artêşa Îslamî’ hat kuştin

Rojava News: Fermandarê koma Artêşa Îslamê Zehran Elûş doh di  êrîşên balefirên Rûsî  ne de hat kuştin.

Li gorî weşana ajansa Reutersê  Fermandarê koma Artêşa Îslamî li gel hin endamên din ên hemen grubê ku li herêma  Xota El-Şerqiyê ya  paytexta Sûriyeyê Şamê di civînêde bûn, rastî êrîşên bombardimana asmanî hatin. 

Di bombardimanê de Elûş û çend hevalê xwe mirin.

Elûş ku  fermandarê Artêşa Îslamî bû; di sala 2010an bi tometa rêxistina  selefî li Sûriyê ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatibû girtin û bi destpêkirina krîza Sûriyê di 2011an de bi sedema efûyê serbest hatibû berdan û piştre dest bi karê çekdarî li dijî hikûmeta Sûriyê kir û grûpa bi navê Lîwaya Îslam damezrand ku piştre ligel çend lîwayên din, Artêşa İslamê  ava kirin.

Artêşa İslamî  ji 55 lîwa û ketîbeyan pêk tê ku di 29ê Îlona 2013an hat avakirin û armanca wê rakirina Esed ji desthilatê ye û avakirina rêveberiyeke Îslamî ji Sûriyê re.

Zehran Elûş ku bi navê Ebû Ebdulla dihat naskirin, sala 1971an li Şamê jidayik bû û master di zanistên Îslamî de xwendiye.

Artêşa İslamî  operasyonên xwe bêtir li gundewarên Şamê û bi taybet Xûteya Şamê, Hema û Idlibê pêk tîne.

Bedêla  Elûş  Asam Boydanî bû fermandarê Artêşa İslamî.