Print this page

Di heyama mehekê de 36 efserên Îranî li Sûriyê hatine kuştin

Rojava News: Malpera Elmeşriq ya Îranî ragihand ku di meha borî de 36 efser ji hêzên pasedarên Îranî li Sûriyê hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve jî serkirdeyê Feyleqa Elqudis ya hêzên pasedaran Emîd Hesen Bûr, eşkere kir ku ji destpêka operasiyonên Rûsî li Sûriyê û ta niha 188 leşkerên Îranî li wî welatî hatine kuştin ku di nava wan de efser,leşker û rawêjkar hene.

Herweha hin  ajansên Îranî ragihandin ku hejmare kuştiyên pasedarên Îranî û Mîlîseyên Afganî û Pakistanî yên ku bi biryare Îranî li Sûriyê şer dikin geheşte 400 çekdarî.

Tê zanîn ku Îran ji destpêka kirîza Sûriyê ve mil bi mil li gel Rêjîma Esed, Hizbullaha Libanî û Rûsiyê li Sûriyê şerê dijberan dikin.

Nalîn Hesen

11:18:17