Rojava News: Şeva borî rojnamevanê Sûriyê Nacî Elcuruf li kolanê Entabê hate kuştin
Li gor ku ji hin çavkaniyan agahî hatine wergirtin: Li bajarê Entabê Bakurê Kurdistanê Nacî Elcuruf di dema ji bo hin pêvistiyan çû bazarê, li vegera xwe ji aliyê hin kesên nenas ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.
Nacî Elcuruf ji bo amadekirina nifşek nû di medyakarên gelerî de kesayetek girîng bû û bi dehan xolê fêrkirina li ser wê bingehê ji aliyê wî de hatiye birêve birin.
Hemandemê Elcuruf derhênerê filmê bi nave “DAİŞ di Helebê de” bû ku gelek têkdanên rêxistinê li derdora Helebê şopandina, û gelek belgeyên documenterî pêşkeşî ragihandinê kirine.
Rifat Haci