Print this page

Du teqînên bihêz li bajarê Himsê rû dan

Rojava News: Du teqînên bihêz taxa El-Zehra li bajarê Himsê ku piraniya neşteciyên wê alîgirên Esed e hejand, di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyan,  ku teqîna yekem bi riya otombîleke bombekirî li taxa El-Zehra hate encam dan, piştrê xwekujekî di nava xelkên ku li cihê teqînê kombibûn, xwe teqand.

Di encama wan her du teqînan de 32 kesan jiyana ji dest dan û zêdeyî 90 kesên din birîndarbûn.

Nalîn Hesen

11:23:00