Rojava News: Dohî nêzîkî 300 DAİŞî çete û malbatên wan di nav de, ji bajarê Minbicê û gundewarên wê, derketin û berê xwe dan bajarê Reqqayê.
Li gorî daxuyaniya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê; Piştî Hêzên Sûriyeya Demokrat (QSD) riya çûnûhatina di navbera Reqqa û Minbicê kontrol kir û gihişt bendava Tişrînê, rêxistina terorîstî dest bi valakirina Minbicê kirin.
DAIŞê çekdarê xwe û malbatê wan yên ku ji Minbîcê hatine li nav bajarê Reqqayê bi cih dike.