Rojava News: Firokeyên şer ê Fransayê duh li Reqayê navendên rêxistina DAIŞê bombebaran kirin. Bombeberana li ser DAIŞê 2 demjimêran berdewam kir.
Li ser êrîşê Wezîrê Parastina Fransayê Jean-Yves Le Drian di daxuyaniyeke de diyar kir, 2 balafirên şer yên ji cureya "Mirage 2000ê" yên fransî ji Urdinê rabûn û depo û rafineyên petrola DAIŞê bombebaran kirin
Çavkaniyên ji Wezareta Parastina Fransayê ragihandin, operasyona di sala 2016an de ya yekemîn demjimêr 02.00yê li gor dema herêmê destpêkir û heyama 2demjimêran berdewam kir.
Rêxistina DAIŞê di 13yê Mijdara 2015an de li paytaxta Fransayê Parîsê çend êriş pêk anîbû û di wan êrişan de herî kêm 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Serokomerê Fransayê piştî wê êrişê ragihandibû ew dê tola xwe ji DAIŞê hildin.
10:15:26