Rojava News: Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî bi armanca têkbirina çawkaniyên aborî yê DAİŞê li Dêrezorê kêlgeha Heqil û çend cihê girîng û bombarankirin.
Di vê derbarê de Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî êrîşî kêlgeha petrolê ya "Heqil" li bajarê Dêrazorê kirine û di encam de ew kêlgeh bi temamî hatiye jinavbirin.
Ji aliyêke din ve û li heman Parêzgehê şer û pevçûn di navbera rejîma Sûriyê û DAIŞê de li firokexaneya leşkerî berdewam e. Li gor zanyariyên Rewangeha navbirî, DAIŞê bi otomobîleke bomberêjkirî êrîşî wê firokxaneyê kiriye.
Parêzgeha Dêrazorê dikeve rojhilatê Sûriyê û di bin kontrola DAIŞê de ye.