Rojava News: Balafirên şer yên Fransa navendeke çêkirina rûkêtan ya DAIŞê li Helebê bombebaran kirin.
Wezareta Bergiriya Fransayê daxuyaniyek belav kir û ragihand,4 Balafirên şer yên wan bi hemahingî li gel Hevpeymaniya Navdewletî navendeke çêkirina rûkêtan ku berî niha ji aliyê DAIŞê ve hatibû kontirol kirin li Parêzgeha Helebê bombebaran kir.
Wezartê tekez kir ku ew opoerasyon dê hêza DAIŞê ya leşkerî lawaz bike, taybet li navçeyên ku şer lê berdewam in.
10:41:40