Print this page

Li Mezaya Şamê xelk ji birçîbûnê dimrin

Rojava News: Li bajarokê Mezaya ku ev demeke ji aliyê rejîma Esed ve di bin dorpêçê de ye derdora 40 hezar kesî di bin mtirsiya mirinê de ne.

Li gorî agahiyan ku ev bû demek ku gund û warên navçeya Mezaya ya ser bi Şamê ve ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hatine dorpêçkirin, ji ber wê yekê jî êdî nema nan û xwarin bidest xelkê dikeve ku ji ber vê jî 2 kesav ji birçîbûnê jiyana xwe ji dest da û 150 kes jî ji ber sermayê rewşa wan a  tenduristî xirabe.

11:48:40