Print this page

Li Kilisê 9 endamê yê biyanî DAİŞî hatin girtin!

Rojava News: 9 endamê rêxistina terorîstî dema xwestin bi reyên nehinî ji aliyê Sûriyê hatin û xwestin di ser Tirkiyê re derbasbin cihê din li bajarê Kilisê ji aliyê hêzên ewlehiya wî welatî ve hatin desteserkirin.

Parezerê Kilîsê di derbarê nasnameyê wan kesê ku hatine girtin de tenê got “kesên biyanî ne û li gundê Kilîsê Çobanbey, Çildiroba û Alahan hatine girtin.”

Tê zanîn li bajarê Enqara jî berî 2 rojan 3ê DAİŞî dema ji bo teqîneke xwekujiyê amadedikrin hatin desteserkirin.

 

Şanaz Emin