10:26:20 PM
RojavaNews: Taybet RojavaNews: Piştî ku Siûdiyê pêwendiyên xwe yên dîplomasî bi Îranê re qut kirin, weke karvedan li ser êrîşa li ser balyozxaneya Siûdiyê li Tehranê û qunsulxaneya wê li Meşhedê, çavdêr dibêjin ku karvedanên wê li ser Sûriyê jî hebe.
Çavdêrên siyasî jî dibênin ku wê bandora têkçûna pêwendiyên herdu welatên navbûrî , bi awayekî nerênî li ser kirîza Sûriyê bi giştî hebe.
Di vê derbarê de, Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê de, Hews Egîd, ji RojavaNews re ragihand ku wê Îran piştgiriya xwe ji milîs û girûpên bi ser wê ve zêdetir bike , lê hewlên Îranê wê li Sûriyê bi ser nekevin.
Herwiha Berpirsê pêwendiyên siyasî yê PDK-Îran, Mihemed Salih Qadirî, di daxuyaniyeke taybet de ji RojavaNews re ragihand ku bandora têkçûna pêwendiyên herdu welatên Îran û Siûdiyê li ser welatên navçeyê bi giştî hebe, ne tenê Sûriyê.
Qadirî got ku Îran wê hewl bide ku nakokiyan li welatên "SUNNE" bi giştî zêdetir bike û piştgirya xwe ji wan hêzên bi ser wê ve jî bêtir bike, ku wê bibin sedem ku pirsgirêkên mezhebî li navçeyê jî bidawî neyên.
Comerd Hemdoş