3:40:31 PM
RojavaNews: Wezîrê Derve yê Almanya, Frank Falter Ştaynmayr, ragihand ku divê Siûdiyê û Îran nakokiyên xwe bidin aliyekî û hewl bidin ku kirîza Sûriyê bi awayekî siyasî çareser bibe û got bila herdu welatên navbûrî li ser kirîzên Sûriyê û Yemenê bixebitin.
Herwiha Ştaynmayr got Rojhilata Navîn bi giştî dêndarê Civaka Navdewletî ye, bi taybetî Siûdiyê û Îran.
Wezareta derve ya Rûsya jî,daxwaz ji herdu welatên Siûdiyê û Îran kir ku nakokiyên xwe gurtir nekin, li aliyekî din jî Jêdereke dîplomasî ya Rûsî ragihnad ku Rûsya amadebûna xwe ji bo navbênkariya di navbera Siûdiyê û Îranê de nîşan daye daku wan nakokiyan bi dawî bînin.
Hevpeymaniya Niştimanî ya opozsyona Sûriyê jî piştevaiya xwe ji Siûdiyê re da nîşan û bang li welatên Ereb kir ku ew jî weke Siûdiyê pêwendiyên xwe bi Îranê re qut bikin, û got Îran piştevaniya milîsên ku bi Rêjîma Sûriyê re li dijî opozisyonê şer dikin, dike.
Comerd Hemdoş