4:00:37 PM
RojavaNews: Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku Rejîma Sûriyê û milîsên hizbulaha Lubnanî û bi piştevaniya balafirên Rûsî, devera Çiyayê Kurmênc yê gundewarên Lazqiyê bombebaran û topbaran dikin.
Herwiha rewangehê da zanîn ku balafirên Rûsî bajarokê Selme yê Çiyayê Kurmênc bi giranî bombebaran kirin, ku di encama berdewambûna şer de, bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Li aliyekî din jî şerûpevçûnên li gundewarên Ezazê û Rojhilatê Efrînê berdewam dikin, ku çekdarên Ceyş El-Siwar gundê Keştearê yê gundewarê Ezazê kontrol kirin, piştî ku gundên Tineb, Malkiyê û Şiwarxe yên gundewarên Ezazê, berya çend rojan kontrol kiribûn.
Comerd Hemdoş