Print this page

Qeter alîkariyan li penaberên Sûrî yên li Libnanê dimînin, belav dike

Rojava News: Duh rêxistina Qeter a xêrxwazî  alîkariyên mirovahî  gihandin nav penaberên Sûrî  yên ku li Libnanê bi cih dibin.

Rêxistina navborî pirojeya xwe ya selikên xwarinê ,li ser 10 hezar penaber  belav kir ,wek beşek ji pirojeya xwe ya berfereh ya li hewarçûna mirovahiyê bi alikariya rêxistinên geşepêdanê li Libnanê ,

da ku 1650 malbatên hejar ,di nav wan de penaberên Sûrî mefayê jê bigrin.

M.Raşid Elka,bî rêveberê hewarçûna Qeterê got:" Qeter pabende bi pêşkêşkirina alîkariyan ji  bo penaberên Sûrî" .

Ev pêngav hat piştî banga netewên yekgirtî , sebaret çarçoveyên ku bi  milyona ji  penaberên Sûrî têde di jîn , û kêmbûna arîkariyên  navdewletî  ji penaberan re , û rêjeya wan di pirbûnê deye. 

Rifat Haci

12:13:32