5:45:49 PM
RojavaNews: Wezareta Hinder a Almanya ragihand ku di sala bûrî de bêtirî yek milyon û 92 hezar penaber gihane Almanya û piraniyên wan jî ji Sûriyê ne.
Wezareta Hindir amara penaberên Sûrî ragihand û got ku bêtirî 428 hezar penaberên Sûrî navên xwe li Almanya tomar kirine, û got piştî Sûriyan, penaberên Efganî ku nêzîkî 154 hezar penaber in tê, û piştre jî yên Îraqî ku rêjeya wan gihaye 122 hezar penaber.
Piraniya penaberên digihin Almanya, bi rêya Deryaya Îcê re ji Tirkiyê derbasî Yûnansitanê dibin û ji wir jî berên xwe didin welatên din ên Yekîtiya Ewropa, ku piraniya wan penaberan berên xwe didin Almanya.
Comerd Hemdoş