6:17:31 PM
RojavaNews: Ajansa Associated Press(AP) ya Amerîkî, ragihand ku Koşka Spî di bernameya xwe de ya di derbarê kirîza Sûriyê de, dibêje berî Adara 2017an, Esed ji desthelatê dernakeve.
Şirovekarên Ajnasê jî dibêjin ku gelek astengî li pêş pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê hene, bi taybetî piştî ku pêwendiyên Siûdiyê-Îranê têk çûn ku bandora wê yekê jî li ser kirîza Sûriyê heye.
Herwiha şirovekar dibêjin ku pirsgirêka herî mezin ji Amerîka re, ew e ku hîn li ser hurgiliyên çareseriyê wek çûna Esed ji desthelatê, ti rêkeftin li ser nehatine kirin.
Li gorî çavdêran jî, serdana Şanderê Navdewltî ji bo Sûriyê, Stîvan De Mistura, ji Riyad û Tehranê re, armac jê ew e ku nakokiyên wan herdu welatan kûrtir nebin da ku piroseya çareserkirina kirîza Sûriyê bi ser keve û qunaxa veguhêz despê bike û piştre jî hilbijartinên Parlemanto û serokatiyê despê bikin, tevî danîna destûreke nû ji Sûriyê re.
Comerd Hemdoş