Print this page

Amerîka: Pilanên hevbeş bi Tirkiyê re li ser sînorê Sûriyê heye

5:20:53 PM 

RojavaNews: Nûnerê taybet yê Amerîka ji bo şerê li dijî DAIŞê, Brett H. McGurk, di serdana xwe de ji bo Tirkiyê, ragihand kuTirkiyê karî sînorên xwe bi DAIŞê re li Sûriyê biparêze û derbasbûna çekdarên biyanî ji bo Sûriyê, gelekî asteng bike, ku li gorî wê ew yek bû sedem ku çekdarên biyanî yên DAIŞê berên xwe bidin Lîbya.

McGurk tekez kir ku welatê wî li benda hin tiştan e ji Tirkiyê ku di vê mehê de bike, ji ber ku Amerîka dixwaze bi Tirkiyê re karekî hevbeş li ser sînorê Tirkiye-sûriyê bike, ne tenê li ser sînorê Tirkiyê.

Herwiha navbûrî tekez kir ku di demeke nêzîk de, wê hin pisporên Ameîkî serdana tirkiyê bikin û derbarê ewlehiya li ser sînorê bi Sûriyê re, gotûbêjan bikin.

Comerd Hemdoş